22 May 2008

Allehawsê

Paş maweyek dûru dirêj, emser û ewseru bênewberde, twanîm serpenayek kemê guncawtir lekuneçeqelleke pêşûm bedest bênim. Firedillm pêy xoşbû, çunkedemtwan hênde sînîyek asman bibînim. Herçonê bû çitek tazebû. Herçend debû leyek katda xanuwekonekepak û sip bikewewew xanuwenwêyekeş kaxez dîwar lêbdem, bellam her firedillm pê xoşbû. Hêşta piştim lejêr ew karaneda rast nekirdibuwewe, zeg dergelêdiraw legell kirdinewe dergesê kes xoyan hawîştejûr û bê yek û dû kewtnepişkinîn jûr û holleke. Çîtan lêbşarmewe, tirs swar dillm bû û kewteghardanê. Lêdan dillm geyştibuwexêray sim lezemîndan şîneespêk leghardanda. Xem ew dunyaye buwemoteke ser dillm; to billê min hêndegewc bûbm, behellexanû xellkîm lebir xanuweke xoman pak û amadekirbê. Ewan bê mollet xerîk pişkinîn û berawrd bûn, minîş keştîyekem nûqm derya. Herçendim dekird tê nedegeyştim ç base, baş bû pyawekebebaweşê simêll paş û pêş taşrawewegurrand:
- emin cîran engome.

Kemêk hatmeweserxom û twanîm girêkwêre metelleketozê şilkem, bellam hêşta lêm rûn nebû kedû jinekeç? Herçonê bû, tozê xom gurr kirdewew lêm pirs:
- tenya to ?

Wek lêkdan dû gewallehewr pirsyar û wellamekelêkyan daw hewretrîşqeasa wellameke legwêçkemda deng dayewe:
- çon betenya, meger nazan ewejin û minallmin?

Becorê perde gwêm lerîyewe u kip bû, nemtwan dest becê wellam bidemewe. Paş kemê hhepesan witm:
- nexêr kake, çon bizanim ?

Wek gilbûnewe bermîlenewtêk, ghellbeghellbêk kirdû û gut:
- kak bira emin lexêzanêk xanedanîmew şukur musullmanîşm, ed ku xo mewek ew gawranebê esill û fesill nîn!

Ta ewkatehêndeşêwabûm, agam lehawelleellmanîyekem nemabû û befermayşt bira musullmanda zanîm kehawellekem lem keynubeyne waqî wirrmawe. Tirs û qîn serdillyan girtibûm, naçarîş debû wellam bidemewe, egîna şeqim debird. Boyepêm wit:

- dyarekakedyarepêwîst bewtin nakat, xellk xanedan ledûrrra hawar dekat. E bo leseretawenetut, xo gyan geyştekunelûtim wamzan behellemall kesêk tirm dagirtuwe. Nazam çon bû, jin û kîjeke berewmehatn; bo pirsyar yan hhezyan legwêrrayêllan leşanazîyekan kakim bêt! Bellam kak hawsêman çend car ihhim. Ihhim detgut matorew gaz dedenê, bezman xanedanan hewllîda byangêrrête diwawe, kezan bêsûdenaçar têyquçand. Ledem dergekeda bella rastda awrr dawew gut:
- emeş xanû meye, supas lo xuda keew gawranedirawesêman nebûn.

Bexêray derkegem daxist û oxeyekim kird. Hawelleellmanîyekem keta ewkat dem bû buwetelle teqîw bizeyek hatê û wit:
- eweçyan dewîst, kê bûn ?

Dyar bû leyşaret û têrrwanînekan kabira xanedan têgeystibû. Her çon bû beçwar wişeellmanîyeke xom têm geyand ke kên û bo hatbûn. Kemê ramaw wit:
- demêkedeyannas ?

Minîş bekemê xecalletewewtm:
- nexêr. Pall bepencerekewedaw mijêk lesîgaredest pêçkeke daw wit:
- e çon wa bebê qise u bêmollet xoyan tirncandejûrewe, la êwexellk wehan?

Hêndeytir areqebenêwçawanmewewşik debuwewe, herçon bû witm:
- na.. , basekem badayeweser peywend gallkêşan bebêkarîyewe. Dillxoşîm bexanuwenwêyekewek kurtexewnêk lenaxma şwên bexo negirt û ser xo hellgirt. Peşîman buwemîwan û xemîş leban. Axir çon detwan çend sall letek hawsêyek wehada bijît û hest beasûdey bikeyt? Wellam em pirsyarem bo nedozrayewe. Hawserekem wit: de de toş hêndeşt bequris wermegire, têkellawyan nabîn û birrawe. Minîş witim ewa boman bilwêt xirap nîye.

roj hatû roj çû, wek hemû rojan heyn bepelexom geyandewemall, taweku nan bixoyn û biçînegerranê. Bellam kehatmewedîtm, hawserekem werris dyare. Kirdimeşoxî û witm:
- çîyexanmekem ç rûydage, xo genmekeman afet lê nedage?

- nexêr, erê to çonit zan, kabira hawsêman lenehze îsllam xirapitre?

- kiçê he xanexraw, ewaneher hatnecwaw, kelleşekirê deken tewaw, yan yekseremrov deken raw.

- erê xoyet berras, wek kereke xoman xas enas.

Kedîm meselekeberrasîye, destibecê pirsîm:
- bo ç buwe, ç rûydawe?

- ç wanîye, emrro çûm postekebikemewe, lutim belutîyeweteqî û wit "erê xuşkê 'eyb nebê ku serpoş beserda nade, meger engo musullman nîn, e nazanin remezane? Minîş witm: ba, bellam êmerroj nagirîn.

lekat qisegêrranewekeda hêndepelem bû bizanim çî û ç wituwe, wexit bû şeq berim. Witm: e nettwan pê billê kakebeto ç, meger min bejneke to dellêm bo wek yapirax gellamêw xo pêçawetewe!
Wit:
- min becêm hêşt û zor leser nerroyştim.

Hêndeytir dillxoşîm bexanuwetazekebû bebillq seraw, detgut kabira şew û roj swar serim buwe, hêndelê pest bûm. Her mepirsin. Roj hat û roj têperr, emcareyan bextijmêreke û xirap sûraw bextijmêr min leser hel zêrrîn westa. Rojêk nexoş bûm û nemtwan biçmeser kar, diktor mollet nexoş bo nûsîm û larelar gerramewemall. Leber derke mall bedem binêşt cwînewe, beyan başim lehawsêyek rusim kird, bedem pêkenînewewt:
- fillanekes ellê to berroj nît?

Pirsyareke lam fireseyr nebû , çunkeew rojaneew pirsyaranem lêdekira, kelekargedeyan bîn goşt beraz dexom û lesallrroj ledaykbûnekanyanda şerab dexomewe, em pirsyarewers kirdibûm. Bellam beser xom nehêna, dyarbû beherawhurya mallexanzadanda zanîbû kerremezane, lewedeçû, çûbneseryan û pêyan witbin: " em bang û sellayeçîye, xo mizgewt nîye u kabira xanedanîş, kemêk mew'îze lo kirdibn" boyebedem pêkenînewewellamim dayewe:
- nexêr, hêşta negeyştotemall me.

- çon, tênagem, meger çonegeyştin rimezan?
Utim dezanim pêt seyre, ezan çone?

- çone, bom baske?

- leber ewe mall hawsêkeman xoyan waten le'îraqîş xanedan bûn, boyewa xêra remezan geyştotelayan, dyarebefrrokeloyan nardûn. Bellam êmelewêş hejar bûyn, boyebewştir loman denêrin û direng degatelaman!

kabira hêndepêkenîn xem û pejare em sallane diway derdayewe, bedem qaqa pêkenînewedest bo xanweke ewberyan rakêşaw wit:
- rojêk bemnyan wit ba biçînekenîseşerab pîroz bixoyn. Minîş witm: "kurebabebo hêndekîlometir debir lo kewçkeşerabê, werekin min babutllêk şerab konit bidemê, hemû boxot. Bedem qaqa pêkenînewe, bepêpilîkanekanda serdekewtm, yekirrast kabiray dirawsêman bekomellê rîş bê simêllewewek cndoke leberdemim qut buyewe, rastîyeke daçllikam. Axir hêşta tirs dêw û dirncekan çîrokekanî nenkim lenaxmana derneçuwe. Reng zerd û rdênêk çillkin û qangidraw sîgar, nawçewan girj û tund wek eşkencederekan be's tirsinak bû. Dyar bû gwê legallte u gep êmebûbû û kurremêrd minalleke bo kirdibuwekurd, rikukîne kef deçrand:
- erê kaketo 'eyb nakeyt, kebexot roj nab, lo degell gawran galte beysllam deke ?

- bo fillanekes, ç buwe, xo basim bexrapenekirdû ?

- e eweçîye, ew gû xiwardinet?

behenasebirkêwewtm: bibûrekemin natwanm, gullaw wa ledem derkem, bellam dekirê pêm billêyt, e to kê bekirê girtû rê lehawserekem bigrît û wek polîs bîdeyteber pirsyar, bo hhîcab napoşin, bo rojû nagirn, bo swar payskîl debn, bo legell gawran qisan deken, meger to çît?

- e lo êwelexotan gorîwe u dellên " êmexoman bemusullman dananên?

emcar witm: ca beto ç, ellê bizn bem rîşetewe, hemû kurditan leberçaw em xellkekirduwebexellk nyandertall.

Kezan lêy pirrm wek mirdû dem daçeqand û çwexiwarê. Bellam qînim danedemrikayewe, ewende firya kewtim û pêm wit hêndemusullman lo pare soşyal û karîtas werdegir, xo les'udîyewenayêt, bac û xerac leşfiroşxane u meyxanekane,kak musullman xanedan?! wa dyareto goşt naxo goştaw dexo ha?!

No comments: